PeyamaKurd – Brîtanya di çarçoveya ‘Rejîma Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ya Kureyî’ dorpêçan danî ser 22 kesan. 22 kesên ku tevlî gendeliyê bûne ji welatên Rûsya, Afrîka Başûr, Sûdan a Başûr û hinek welatên Latîn Amerîkane.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îngîltereyê (Brîtanya), ew kes tevlî karên ciddî yên gendeliyê bûne û di çarçoveya tedbîrên wezaretê de dê nikaribin di rêya bankayên Îngîltere de perê xwe yê reş sipî bikin.
Di ragihandinê de hat gotin ku ew kes ji aboriya Îngîltere fêde dikin û aktorên rûşûştî ne. Bo her 22 kesan hem qedexeya seyahatê bo Îngîltere hatiye danîn û dest danîne ser heyiyên wan yên li Îngîlterê. Kesên xistine nav lîste ya reş evin:
Kesên li Rûsyayê tevlî gendeliya 230 mîlyon dolarî bûne, li Afrîka başûr Ajay Gupta, Atul Gupta, Rajesh Gupta û hevkarê wan Salim Essa, li Sûdanê Eşref Toxûm Ahmed Huseyin Alî, li Amerîka Latînî çend kes hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin