PeyamaKurd - Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi telefonê axivîn û rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Duh êvarî (05.03.2019) Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serok Barzanî bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî agahiyên malpera Serok Barzanî, di wê pêwendiya telefonî de, di derbarê pêşhateyên dawî û rewşa siyasî ya Iraqê de danûstendina hizrî hate kirin. Serok Barzanî û Mike Pompeo bîr û ramanên xwe bi hevûdu dan e zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pompeo herî dawî di destpêka sala 2019an da serdana Herêma Kurdistanê kiribû û biSerok Barzanî re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin