Pêsniyarnameya lêkolînkirina teqîna 10ê Cotmehê ji aliyê AKP û MHPê hat redkirin

Pêsniyarnameya lêkolînkirina teqîna 10ê Cotmehê ji aliyê AKP û MHPê hat redkirin

PeyamaKurd – Pêşniyarnameya HDPê ya derbarê lêkolînkirina teqîna 10ê Cotmeha 2015an a DAIŞê li Enqerê, ji aliyê partiyên desthilatê AKP û MHPê hat red kir.

Li gor zanyariyan, HDPê do 11ê Cotmeha 2022ê li ser êrîşa xwekujî ya DAIŞê ya li Enqerê ku di 10ê Cotmeha 2015an de 103 kesan tê de can dabûn û zêdeyî 500 kes birîndar bibûn pêşniyarnameyeke lêkolînê pêşkêşî parlamentoyê kir.

HDPê bi wê pêşniyarnameya daxwaz kir ku ew bûyer bi hemû aliyan ve bê lêkolînkirin.  Lê ew pêşniyarname bi dengên partiyên desthilatê AKP û MHPê hatin red kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin