Pakistan: “Kî dijminê Tirkiyê be, ew dijminê me ye jî”

Pakistan: “Kî dijminê Tirkiyê be, ew dijminê me ye jî”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ji bo seredanekî fermî çû Tirkiyê û di serî de bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û paşî bi rêvebirên din re hevdîtinan kir. Şahbaz Şerîf got ku di têkoşîna li hemberê terorê de, Pakistan her wext bi Tirkiyê re ye û kî dijminê Tirkiyê be, ew dijminê Pakistanê ye jî.

Şerîf, civîna xwe bi Tayip Erdoğan re li Ankara li Kulliya serokkomariyê kir û piştî civînê her dû lîder derketin ber çapemeniyê. Şerîf ragihand ku Tirkiye û Pakistan hevparên hev yên xwezayîne û derfet û zahmetiyên her dû dewletan yek in. Şerîf di mijara Kibrisê de got ku ew her wext destekê didin komara Tirk ya Kibrisê. Li ser hin mijaran Şerîf axaftina xwe weha dewam kir:

“Pakistan di têkoşîna li dijî terorê de bi Tirkiyê re ye. Esas dijminên Tirkiyê her wext dijminên Pakistanê bûn e. Ez vêya dibêjin. Em her wext li dijî tehdîdan rawestiyan. Wê hevpariya me her wext dewam bike. Em bi deh salane bi hevre xebitîn. Hedefa me ya hevpar ji bo Pakistanekî aştiyane û bi îstîqrar e.”

Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan jî di civîna çapemeniyê de ragihand ku hedefa wan ya bazirganî bi Pakistanê re 5 mîlyar dolare. Her weha di navbera her dû dewletan de hinek peyman jî hatin îmzekirin. Erdoğan ji bo çapemeniyê weha got:

“Têkiliyên me yên dostane bi Pakistanê de koka wan diçe heya sala 1947 an. Em îdraka têkiliyên xwe yên dîplomatîk yên salvegera 78 an dikin. Em li ser têkiliyên duqolî, herêmî û mijarên navdewletî axifîn. Xebata me ya ji bo di navbera Tirkiyê û Pakistanê ya 7 em ya Hevkariya Stratejîk dewam dike. Di sanayiya bergiriyê de em ji projeyên hevpar razî ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin