Dijminê xwe li ser pirê kuşt

Dijminê xwe li ser pirê kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Erzinê du mirovên ku di navbera wan de dijminahî hebû li ser pirê leqayê hev bûn. Li ser pira Eseliyê kesê bi navê O.K. bi çeka xwe li dijminê xwe yê bi navê Fatih Emre xist û wî da ber guleyan.

Dema bi guleyan li Fatih Emre xist, Emre ji gelek ciyên xwe birîndar bû piştî wî birin nexweşxanê li nexweşxanê can da.

Polîs di wextekî kurt de karibû kujer bigre û wî bibe dadgehê. Dadgehê O.K. şand zîndanê.