PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand ku Tirkiye û Îran du baskên cuda yên alema Îslamê û herêmê ne û got ku "bipêşxistina pêwendiyên herdu welatan ji bo alema Îslamê û herêmê ye."
Wehîdî, bi balyozê nû yê Tirkiyeyê Îranê Hicabi Kırİlk re hevdîtin kir û bal kişand ser pêwîstiya başkirina têkiliyên Tehran û Enqereyê.
Ehmed Wehîdî bal kişand ser girîngiya mijarên girêdayî rûbarê Arasê û pêşniyaza avakirina komîteyeke xebatê ji bo başkirina pêwendiyên navbera parêzgehên sînorî yên Îran û Tirkiyeyê kir.
Wezîrê Îranê, amaje bi bêhurmetiya li dijî Qurana Pîroz a li Swêd û Denmarkê jî kir û got ku ev kiryar bêhurmetiya li hemû olên îlahî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin