Pêsmerge li dijî DAISê banga hevkariyê li Îraqê kir: Di demeke herî nêz de

Pêsmerge li dijî DAISê banga hevkariyê li Îraqê kir: Di demeke herî nêz de

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ji bo rêlibergirtina çalakiyên rêxistina terorê DAIŞê li herêmên nakok banga hevkariyê li Wezareta Berevaniyê ya Iraqê kir.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cabbar Yaver derbarê mijarê de ji medya Kurdistanê re axivi û banga hevkariyê kir:

”Me wekî Komîsyona Bilind a Hevkariyê ya Wezareta Pêşmerge ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorê DAIŞê li herêmên nakok banga hevkariyê kir. Di vî warî de me nivîsek şand ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqê. Biryar e di demeke herî nêz de bicivin û di vî warî de nexşerêyeke derbixin.”

Cabbar Yaver da zanîn ku li herêmên nakok ji Herêma Hangin û te bi herêma Rabiayê em li ser dabeşkirina hêzên Iraqê û Pêşmege axivîn. Yaver, “Bi taybetî li em li ser herêmên ku li wan lawaziya ewlekariyê heye, axivîn.”

Cabbar Yaver herweha da zanîn ku wan bi nivîskî daxwaza fermî li Wezareta Berevaniyê ya Îraqê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin