Afganîstan dîsa hejiya!

Afganîstan dîsa hejiya!

PeyamaKurd – Piştî erdhejên dijwar ên roja Şemiya borî, parêzgeha Herat a Afganîstanê dîsa bi pileya 6.3 erdhejek pêk hat.

Di daxuyaniya Navenda Erdhejnasiyê ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê da hat diyarkirin ku erdheja li Heratê di serî da Meşhedê li gelek bajaran hat hîskirin.

Li gor agahiya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) li gor saeta herêmî di saet 05.11an da bi lerza 6,3an erdhejeke ku navenda wê di navbera 28 kîlometre bakur û bakurê rojavayê Heratê da pêk hat.

Hat ragihandin ku 11 xulek piştî vê erdhejê, li heman herêmê erdheja duyemîn jî bi pileya 5 pêk hat û her du erdhej jî di kûrahiya 10 kîlometreyan de pêk hatin.

Piştî erdhejan şêniyên Heratê bi tirs herikîn kolanan û li bajêr ji bo demeke kurt elektrîk qut bû.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), 7ê Cotmehê li gorî saeta herêmî saet 11.00an li parêzgeha Heratê ya dikeve rojavayê Afxanistanê û li ser sînorê Îranê, li pey hev erdhejên dijwar qewimîn.

Berdevkê Hikûmeta Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand, di erdhejê de heta niha zêdetirî 2 hezar kes mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Piştî van erdhejan li herêmê hê jî erdhejên paşerojê diqewimin. Welatiyên herêmê ji ber erdhejê nikarin têkevin malên xwe.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin