Serok Barzanî gihîst Amman a paytexta Urdunê

Serok Barzanî gihîst Amman a paytexta Urdunê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser vexwendina Qralê Urdunê Abdullah gihîşt paytexta Urdunê Emmanê.

Dê Serok Barzanî li Urdunê beşdarî Korbenda Aborî ya Derya Mirî bibe.

Herwiha dê Serok Barzanî bi Şah Abdullahê Duyem re jî hevdîtineke taybet pêk bîne.

Serok Barzanî li Balafirxaneya Navdewletiya Emmanê ji aliyê Şahzade Fêysel bin Hisên birayê Şahê Urdinê ve hate pêşwazîkirin.

Li Balafirxaneya Navdewletiya Emmanê û li Salona Pêşwaziya Balafirxaneyê, ji bo pêşwaziya li serok Barzanî tenê Ala Kurdistanê û Urdinê hatiye danîn.

Serok Mesûd Barzanî li Urdunê yeBerpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî û çend şêwirmend û kesatiyên din di şanda li gel serok Barzanî de cih digirin.

Serok Barzanî herî dawî di 27ê Kanûna 2019an de li ser vexwandina Şahê Urdinê serdana wî welatî kiribû û bi Şah Ebdullahê Duyem re civiyabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin