Îmamoglu bi awayekî perîyodîk wê encamên YSKê biwesîne

Îmamoglu bi awayekî perîyodîk wê encamên YSKê biwesîne

PeyamaKurd - Namzedê Partîya Komariya Gel (CHP) yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku li gorî encamên nefermî di hilbijartinên herêmî de bi ser ket, diyar kir ku wê encamên Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) biweşîne.

Ekrem Îmamoglu, "Ji bo ku agahîyên şaş yên di nava rayagiştî de pûç bibin û ji bo di vê qonaxê de pêşketin çêbe ez dê bi awayekî perîyodîk encamên fermî yên YSKê belav bikim’’

Îmamoglu bang li rayagiştî kir ku wî bişopînin û li gorî an daneyên YSKê ku ew jî belav dike biaxivin.

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li ser encamên Stenbolê daxwaza pêdeçûnekê kiribû û biryar hatibû dayîn ku dengên ne derbasdar ên hemû navçeyên Stenbolê ji nû ve bên jmartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin