PeyamaKurd- Li Amerîkayê ev 25 roje ku 800 hezar xebatkarên hukumeta federal maaşê xwe nestendiye. 25 roje ku hukumeta federal naxebite û zerareka mezin dide aboriyê.
Serokê Amerîkayê Trumpê komarî û partiya demokratan lihev nakin û 25 roje ku hukumet girtiye. Trump çareseriyên demkî red dike. Dijberiya navbera wan li ser avakirina dîwarê navbera Meksîkayê û Amerîkaye. Trump nikarbû bo avakirina dîwar ji kongreyê 5.7 mîlyar dolar bistîne lê hêjî wan pereyan dixwaze.
Di vê pêvajoyê de mijara maaşên 800 hezar kesî jî da ser mijarê. Eger girtina hukumeta federal dewam bike, wê pereyên bo dadgehên federal hatine veqetandin jî di 25 ê mehê de biqedin û karên dadgehan nîvcû bimînin.
Demokrat di kongreyê de tenê 1.3 mîlyar dolar pere bo asayîşa navbera Amerîka û Meksîkayê qebûl dikin û avakirina dîwar qebûl nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin