PeyamaKurd – Di vê dema ku di navbera Washington û Pekînê de rageşiya Taywanê berdewam dike, Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ji ber ragihandina “gotûbêjên bazirganiyê” yên Amerîkayê ku wê di Îlonê de bi Taywanê re destpê bike, bertek nîşan da.
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Çînê Şu Cueting di derbarê mijarê de da zanîn: “Rêgeza ‘Tenê Çînek’ merca sereke ji bo aboriya hevkar a herêma Taywanê ya aliyê din ê deryayê ye.
Berdevk Şu Cueting bang li rêveberiya Washingtonê kir ku: “Li herêma Taywanê têkiliyên aborî di çarçoveya qaîdeya de pêk bînin û rêzê li berjewendiyên sereke yên Çînê bigrin.” Herwiha got: “Çîn ji bo serweriya xwe, yekparçebûna axa xwe û berjewendiyên pêşketina xwe biparêze wê hemû tedbîran bistîne.”
Niwîneriya Bazirganiyê ya Amerîkayê (USTR) di daxuyaniya xwe ya do de ragihandibû ku wê Washington û Taipei di çarçoveya ‘Peyana Amerîka-Taywanê ya Aboriya Sedsala 21emîn” de, danûstandinên bazirganiya nû bi rê ve bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin