PeyamaKurd- Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanyayê, li ser şerê navbera Îsraîl û Hamas daxuyaniyeke hevpar da û hat diyarkirin ku ew div î şerî de li cem Îsraîlê ne.
Rêberên Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanyayê, duh daxuyaniyeke hevpar da û li ser geşedanên dawî yên li Îsraîlê gotin ku
"Hamas, nûnertiya daxwazên rewa yên Filistînê nake û ji bilî teror û xwînê, ji gelê Filistînê re tiştekî din pêşkêş nake."
Em bi zelalî radigihînin ku kiryarên terorîstî yên Hamasê ne rewa û divê bi giştî bên şermezarkirin. Teror tu carî nikare bibe sedemek. Di van rojên dawî de cîhan bi tirs û xof temaşe kir ku terorîstên Hamasê malbatên di malên wan de komkujî dikin, zêdetirî 200 ciwanên ku kêfa festîvala muzîkê digirtin, kuştin û pîrejin zarok û malbatên ku niha dîl in revandin.
Welatên me dê piştgiriyê bidin hewildanên Îsraîlê yên ji bo parastina xwe û gelê xwe li hember van hovîtiyan. Her wiha em tekez dikin ku ev ne demek e ku ti aliyek dijminê Îsraîlê ji van êrîşan sûd werbigire.
Em hemû daxwazên rewa yên gelê Filistînê nas dikin û piştgirîya edalet û azadiya hem ji bo Îsraîlî û hem jî ji bo Filistîniyan dikin.
Di rojên pêş de em ê wekî hevalbend û dostên hevbeş ên Îsraîlê bibin yek û hevrêziyê bikin da ku Îsraîl karibe xwe biparêze û di dawiyê de şert û mercên herêmeke aştiyane û yekgirtî ya Rojhilata Navîn biafirîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin