PeyamaKurd – Hat ragihandin, 71 penaberên di belema ku ji Libyayê bi rê ketibû û li Girava Kerkene ya Tûnisê noqî avê bibû hatine rizgarkirin.
Berdevkê Hêzên Ewlekariya Beravên Mexrîbê Husameddin el-Cibalî da xuyakirin ku di belema koçberan ya ji Libyayê bi rê ketiye û li Girava Kerkene ya Tûnisê noqî avê bûye de, 71 kesên di nav de bûn hatine rizgarkirin.
Rayedarê Libyayî ragihand ku wan têkilî bi Komseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re daniye û derbarê regezên penaberên hatine rizgarkirin de hat gotin; 37 kes Bangladeşî, 8 kes Misirî, 8 kes Fasî, 4 ji Somaliyê û ji bilî 4 Sudaniyan hinek ji wan jî ji welatên Cezayîr, Çad û Tûnisê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin