Peskov: Dibe ku 'operasyona taybet' di demeke pêsbînîkîrî de bidawî bibe

Peskov: Dibe ku 'operasyona taybet' di demeke pêsbînîkîrî de bidawî bibe

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimtiy Peskov, îro 8ê Nîsanê di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanan derbarê şerê ku dijî Ukraynayê dane destpêkirin de, got ku ew gihîştine armancên xwe.

Peskov herwiha diyar kir, bi saya hewlên şanda danûstankar a Rûsyayê dibe ku 'operasyona taybet' di demeke pêşbînîkîrî de bidawî bibe.

Berdevkê Kremlînê li ser pirsa 'wê ev şerê wan a ser Ukraynayê kengî were bidawîkirin?' got: “Em behsa dahatuyeke pêşbînîkirî dikin. Operasyon dewam dike, digehe armancên xwe û ji bo pêşveçûna hêzên çekdar ên Rûsyayê û şandên danûstankar bi Ukraynayê re, di muzakereyan de xebatên girîng têne kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin