Li Tirkiyê jimara miriyan ya îro 106 kes in

Li Tirkiyê jimara miriyan ya îro 106 kes in

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê rêjeya îro û halê Tirkiyê bo kovid-19 ê ragihand. Di 24 sietên dawiyê de jimara kesên ku bi nexweşîna kovid-19 ê mirin 109 kesin. Wezaret ragihand ku di 24 siteên dawiyê de 2.861 kes bi kovid-19 ê ketine. 106 kes jiyana xwe ji dest dane. Jimara kesên ku bi kovid-19 ê ketine heya niha 107 hezar û 773 ne. Jimara kesên ku heya niha bi vîrusê mirine 2.773 ne.

Di nav 24 sietên dawiyê de 3.845 kes baş bûne û wan şandine malên wan. Jimara nexweşên ku baş bûne, ji ya kesên ku îro bi nexweşînê ketine 984 kes zêde ne. Ev jî nîşaneyekî baş e. Heya niha kesên ku baş bûne jimara wan ji 25 hezarî derbas bûye.

Her diçe jimara kesên ku testên wan posîtîv dertên kêm dibin. Divê bi tedbîran herkes destekê bide vê seyra han ê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin