Xelkê Nînowayê: PDKê bo heqê me referandûm kir

Xelkê Nînowayê: PDKê bo heqê me referandûm kir

PeyamaKurd - Pêkhateyên Deşta Nînowayê dibêjin, dema ku DAIŞ hat û destê xwe danî ser mal û halê me, tenê PDKê deriyê xwe ji me re vekir û li me xwedî derket û tenê PDKê dikare bergiriyê li me bike û me biparêze, lewma jî dem hatiye ku em wê qenciya PDKê vegerînin û dengê xwe bidin lîsta 184.

Zenûn Xidir ku nahiyeya Başîkê ye û niha koçber e li Soran, ji malpera PDKê re ragihand: “Lîsta 184 lîsta şehîdan û dastanên Pirdê û Sihêla ye û lîsa jinavbirina DAIŞê ye. Lîsta bergiriyê ye li mafên hemû pêkhateyan û bi bê cudahî. Lewma jî em daxwaz ji hemû pêkhateyan dikin ku roja hilbijartinan herin ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta PDKê ji bo ku madeya 140 were cîbicîkirin û navçeyên me vegerin ser Herêma Kurdistanê.”

Salim Mehmûd ku kurdekî Şebek e û ji Deşta Nînowayê ye û niha koçber e li Rewandûz, ji malpera PDKê re ragihand: “PDK ji bo vegerandina navçeyên me referandûm kir û qet tawîz li ser bustek ji axa Kurdistanê nedaye û berdewam piştgirî li pêkhateyan kiriye û li daxwazên me xwedî derketiye, lewma jî emê roja hilbijartinan dengê xwe bidin lîsta PDKê.”

Mizgîn Salim jî ku ew jî ji Deşta Nînowayê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ne tenê ji xelkê Deşta Neynewa lê belê daxwaz ji hemû pêkhateyên navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê dikim ku roja hilbijartinan biçin ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta PDKê, ji ber ku eger em bixwazin jiyana me xweş be û em vegerin ser Herêma Kurdistanê pêwîst e em dengê xwe bibin PDKê ji ber ku heta niha tenê PDKê bergirî li me kiriye.”

Wehîde Sergîz ku ji pêkhateya Xristiyan e, ji malpera PDKê re ragihand: “Tekane partî ku bi dirêjahiya dîrokê xizmeta pêkhateyan kiriye, PDK ye û parlamenterên wê jî tekane parlamenter in ku li Bexdayê bergirî li mafê Kurdan û hemû pêkhateyan kirne, lewma jî emê dengê xwe bidin lîsta PDKê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin