PeyamaKurd- Kompaniya Enerjiya Neteweyî ya Ukraynayê Ukrenergo, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrîşên Rusyayê yên moşekî, li seranserê welêt dê qutbûna elektrîkê çêbibe.
Di daxuyaniya Ukrenergoyê de hat ragihandin ku ji ber van êrîşên moşekî ku ji aliyê Rusyayê ve li dijî tesîsên enerjiyê hatine kirin, dê qutbûnên demdirêj çêbibin û di vê derbarê de bang li welatiyan hat kirin ku xwe ji bo vê pirsgirêkê amade bikin.
Hat ragihandin ku ji bilî rûxandina çêbûye, sarbûna hewayê jî rewşa pergalê dijwartir dike û ev jî dibe sedem ku qutbûn zêde çêbibin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku
“Xwe ji bo qutbûnên elektrîkê yên demdirêj amade bikin, hîn zêdetir avê dabîn bikin. Ji bo ku hûn bi hezkiriyên xwe re di nav pêwendiyê de bimînin, alav û amûrên xwe yên şarjê ji pêşî ve şarj bikin.”
Her wiha hat eşkerekirin ku ji bo ev xesarên çêbûne werin sererastkirin, bêyî ku navber bikeve nav, xebat tên meşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin