PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina mijarên cuda çû Bexdaya paytexta Iraqê.
Nêçîrvan Barzanî îro roja Şemiyê 6ê Nîsanê çû Bexdayê. Biryar e di çarçoveya vê serdanê de, Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd jî bicive.
Nêçîrvan Barzanî ku wê beşdarî civînên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê û Hevrêziya Herêma Kurdistanê jî bibe, wê ligel berpirs û berpirsên payebilind ên Iraqê bicive û li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din gotûbêjan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin