PeyamaKurd – Li bajarê Xarkov ê Ûkraynayê, di êrîşa hêzên Rûsyayê ya li ser avahiyeke ku sivîl tê de ne, herî kêm 35 kes birîndar bûn.
Rûsya êrîşên xwe yên li Ukraynayê didomîne.
Li bajarê Xarkovê di êrîşa hêzên Rûsyayê ya li ser avahiyeke ku sivîl tê de ne, herî kêm 35 kes birîndar bûn ku 3 jê zarok in.
Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenski ragihand ku piştî êrîşê di navbera qatên 9 û 12 yên avahiyê de şewat derket.
Zelenskî ji bo bangewaziya welatên cîhanê ev daxuyanî bi kar anî:
"Divê cîhan alîkariya parastina Ukrayna bike ji bo bi dehan bombeyên rêberî yên balafirên leşkerî yên Rûsyayê ku her roj Ukraynayiyek ji ber wan can dide. Ev teror dikare were sekinandin."
Waliyê Kharkiv Oleh Syniehubov got ku di êrîşê de binesaziya sivîl jî zerar dîtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin