Koma Dostaniyê ya Parlamentoyên Almanya û Kurdistanê tê avakirin

Koma Dostaniyê ya Parlamentoyên Almanya û Kurdistanê tê avakirin

PeyamaKurd - Şandeke Parlamentoya Herêma Kurdistanê li Almanyayê ye û hevdîtinan ligel Komîteya Kurd a Dîaspora û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê pêk tîne.

Serokê Lijneya Pêwendiyên Derve û Dîasporayê li Parlementoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî ji medya Kurdistanê re li ser vê serdanê ragihand: “Me wek komîteyek têkiliyên derve û dîasporaya Kurdistanê serdana Almanyayê kir û girîng dît ku em çend parlementerên vî welatî bibînin. Bi taybetî piştî şerê li herêmê rola Almanyayê li herêmê girîng e û her ku diçe girîngtir dibe.”

Babkeyî got: “Di serdana xwe de çend armancên me hebûn; Yekem rola parlamentoya Kurdistanê di warê dîplomasiyê de, bi taybetî avakirina pira pêwendiyên dîplomatîk li herêmê û pêwendiyên di navbera parlamentoya Almanya û Kurdistanê û pêwendiya Herêma Kurdistanê û Almanyayê, pêwendiyên fermî ne, ya sêyem, em dixwazin. Di navbera parlamentoya Almanya û Kurdistanê de komeke dostaniyê bê avakirin.”

Herwiha Babkeyî diyar kir: "Ev civîn gelek girîng in û dikarin di paşeroja pêwendiyên navbera Almanya û Kurdistanê de rolekê bilîzin. Almanya di şerê li dijî DAIŞê de ji bo piştevanîkirina Hêzên Pêşmerge xwedî roleke girîng bû."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin