Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê mamoste hisyar kirin

Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê mamoste hisyar kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê Piştîvan Sadiq daxwaz ji mamostayan kir, eger rexne û gazindeyeka wan li ser ezmûn û şêwazên ezmûnan hebe bila bi rêkên fermî bigihînin destê wî û rayedarên wezaretê.

Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê Piştîvan Sadiq di fermaneka nivîskî de ragihand, roja 26 vê mehê (sibê) ezmûnên polên 12 (lîse) û polên 9 yên seretayî li seranserî Başûrê Kurdistanê dest pê dike.

Piştîvan Sadiq her wiha da xuyakirin, eger her rexne û gazindeyên mamostayekî hebin bila bi rêkên fermî bigihînin destî wî û rayedarên wezaretê.

Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê mamostayan hişyar kirin, bi taybetîyên ku bi rêyên ne fermî, bi taybet bi rêka sosyal medyayê rexneyên xwe tînin ziman û ragihand, mamostayên ku wisa dikin dê bên sizadan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin