Îbrahîm Kalin: Me du dosyeyên sor dan Bolton ku tê de jî…

Îbrahîm Kalin: Me du dosyeyên sor dan Bolton ku tê de jî…

PeyamaKurd - Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser hevdîtina bi Şêwirmendê Netewî yê Trump, John Bolton û sedema pêknehatina hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civîneke rojnamevanî li dar xist.

Kalin got ku helwesta Tirkiyê ya derbarê YPGê de zelal e û wan du dosyeyên sor ên li ser tawanên mafên mirovan ên PYDê pêşkeşî John Bolton kirine.

Kalin li ser pêknehatina hevdîtina Erdogan û Bolton jî got ku Erdogan ji bo hevdîtinê soz nedabû John Bolton ku muxatabê wî diyar e û daxuyaniyên Bolton ên li Îsraîlê jî bûne sedema bertekê.

Îbrahîm Kalin herwiha bal kişand ser ku daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê parastina Kurdan de û gotinên rayedarên Amerîkî yên; ‘Tirkiye bikeve Sûriyê dê qetla Kurdan bike û Kurd zirarê bibînin’ bi bîr xist û got, ew propagandaya PKKê ye.

Kalin daxuyakirin, “Kurd jî tê de ji bo li Sûriyê can û malê ti kesekî sivîl zirarê nebîne, Tirkiye berpirsiyariya xwe bi cih tîne û dê werîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin