Li Barzanê şîna Ebdulwahîd Îbrahîm Barzanî dest pê kir

Li Barzanê şîna Ebdulwahîd Îbrahîm Barzanî dest pê kir

PeyamaKurd - Îro Yekşemê danê sibehê, roja yekem a şîna Xwedêjêrazî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî li devera Barzanê dest pê kir.

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên bilind ên hikûmî û partî amade bûn û sersaxî qebûl kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe ya koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî

de gotibû, ew neviyê rêberê neteweyî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî ye û di nava malbatê de bi kesayetiya xwe ya xêrxwaz û dîndar dihate naskirin.

Merasîma sersaxiyê dê di rojên pêş de li bajarokê Pîrmamê jî berdewam bike.