Macron, Serokwezîrê Iraqê vexwend Parîsê

Macron, Serokwezîrê Iraqê vexwend Parîsê

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Koşka Elyseeyê hat ragihandin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Muhamed Şîa Sudanî re axiviye. Li gorî daxuyaniya hat belavkirin, Macron Sudanî vexwendiye Fransayê.

Li gorî daxuyaniyê, Macron û Sudanî nîgeraniyên xwe yên li ser "bilindbûna rageşiyê" ya piştî operasyonên asîmanî yên Tirkiyeyê yên li Iraq û Suriyeyê parve kirine.

Hat diyarkirin ku Emmanuel Macron gotiye ku

“Fransa, di warê têkoşîna Iraqê ya li dijî hemû cure êrîş û terorîzmên ku serwerî û îstîqrara axên wê dikeve bin metirsiyê, piştgiriya xwe berdewam dike.”

Her wiha hat diyarkirin ku herdu rêberan li ser civîneke ku di dawiya salê de bi beşdariya Urdinê û bi pêşengên herêmê re li Emmanê li hev kiriye ku bê lidarxistin lê belê di derbarê ku dê kîjan welat beşdar bibin de agahiyên zelal nehatin parvekirin.

Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku Macron Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî, di serê sala nû de vexwendiye Parîsê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin