Kemal Kerkukî : PDK ji bo dabînkirina mafê gelê Kurd bizavan dike

Kemal Kerkukî : PDK ji bo dabînkirina mafê gelê Kurd bizavan dike

PeyamaKurd - Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Germiyan aKerkûkê ya PDKê Kemal Kerkûkî di merasîmên vekirina baregeha Liqa Sêyê ya partiya xwe de, ragehand ku "Bi hikmeta Serok Barzanî, me karî îro bi hêminî û dûr ji tundûtîjiyê baregeha PDKê li Kerkûka dilê Kurdistanê vebikin û dest bi karê xwe bikin”.

Kerkûkî vekirina wê baregehê li hemî kadir û endam û dilsozên xelkê Kerkûkê pîroz kir ku bi wê pêşwaziya germ baregeha PDKyê vekir. Herwesa got, “PDK li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê ji bo bicihanîna mafên destûrî yên gelê Kurd kar dike”.

Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ew berbijarên ku li Kerkûkê hatine diyarkirin nûneratiya PDKê dikin, bernameya PDKyê bi cih tînin, bi rengekî ji bo çalakkirina pêkvejiyanê, nehêlana stemê û peydakirina ewlehî û seqamgiriyê ji bo tevaya xelkê û piştevaniya wan aliyan jî dike yên ku hatine piştguhxistin”.

Piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê, hêzên Îraqî dest danabûn ser baregehên PDKyê li Kerkûkê, piştî şeş salan PDKyê baregeha Liqa Sêyê li Kerkûkê dîsa vekir û tê çaverêkirin ku îro di 26ê Mijdarê de,  ji bo hilbijartinên Civatên Parêzgeha Kerkûkê dest bi bangeşeyeke berfireh  bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin