PYD û Rejîma Sûriyê bi hev re tevdigerin!

PYD û Rejîma Sûriyê bi hev re tevdigerin!

PeyamaKurd- Berpirsê Komîteya Karên Derve yê Encûmena Niştimaniya Kurdên Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco got ku Rejîma Sûriyê cihên ku teslîmî PYDê kiribûn, yeko yeko dîsa jê distîne.

Haco got ku ji roja roj de PYD û Rejîma Sûriyê bi hev re tevdigerin. Rejîmê herêmên Kurdan teslîmî PYDê kirin. Niha jî dixwazin wan deran ji PYDê bistînin.

Haco wiha dewam kir: “Piştî ku ev qas qurban hatin dayîn, çawa em ê dîsa van herêman bidine Rejîma Sûriyê? Lê PYD, tenê zext û zorê li ser rêxistinên welatparêz yên weke me dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin