Li Reqayê mayînek hat bêbandorkirin

Li Reqayê mayînek hat bêbandorkirin

PeyamaKurd Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û eşkere kir, li bajarê Reqayê Tîma Endezyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, mayînek bê bandor kirin.

Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat belavkirin de: “Welatiyekî agahî da ku li nêzî nexweşxaneya Reşîd a li kolana Nûr tiştekî bi guman heye. Li ser vê yekê hêzên me û Tîma Endizyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan yekser berê xwe da deverê. Ji bo parastina welatiyan derdor dorpêç kir. Di encama kontrolkirinê de, hate zanîn ku mayîneke ji bermahiyên çekdarên DAIŞê ye û bêyî ku zerar derkevin, ew rakirin.”

Herwiha tîma endezyariyê herî dawî bang li welatiyan kir ku dema cismeke bi guman dîtin, yekser agahiyê bidin navendên ewlekariyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin