Li Silopiyayê 4 kes desteser kirin

Li Silopiyayê 4 kes desteser kirin

PeyamaKurd Polîsên Tirkî li Silopyayê girtin ser malan û di encamê de 4 kes desteser kirin. 

Li gor zanyariyan, polîsan li bajaroka Tilqebîn a bi ser navçeya Silopiyaya Şirnexê ve girtin ser malan û di sergirtina malan de, Ramazan Kahraman, Tahîr Aytiş, Abdullah Bozkurt û Îsmaîl Turk desteser kirin.

Herwiha hêceta binçavkirinê nehat zanîn ku her çar welatî birin Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin