Baregeha Barzanî: Serok Barzanî Pêsmergetiyê weke mezintirîn sanaziyê dibîne

Baregeha Barzanî: Serok Barzanî Pêsmergetiyê weke mezintirîn sanaziyê dibîne

PeyamaKurd – Baregeha Barzanî, li ser bikaranîna zimanê tûj û dijûnan di medya û torên civakî de, daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Mixabin ew demeke e, dijûndan û zimanê tûj di navbera aliyên siyasî de heye. Serok Barzanî ferman daye, medyayên Partiya Demokrata Kurdistanê ku pêwîst e nirx û prensîp û bingehên moralî bên parastin û armanca serekî parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê be.”

Baregeha Barzanî di daxuyaniyê de dide zanîn: “Li gor serok Barzanî, xwîna şehîdan û çeperên Pêşmerge lêveger in jibo tevahiya xwedî doz û niştimanperwer û welatparêzên Kurdistanê.”

Baregehê destnîşan kir: “Her li gor vê fermanê, her organeke PDKê pabendî nirx û armancên PDKê û prensîpên giştî nebe, dê lêpirsîn pê re bê kirin.”

Herwiha eşkere kir, Serok Barzanî xwe weke Pêşmerge dibîne û herî zêde bi wê yekê şanaz e, tekez tê kirin: “Her li vir em radigihînin ku Serok Barzanî, pêştir û niha û di pêşerojê de jî xwe weke Pêşmerge dibîne û Pêşmergetiyê di ser hemû cûrên pênase û pile û payeyan, û weke mezintirîn şanaziyê dibîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin