PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Komîsyona Destpakiyê bi mebesta lêkolînkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan û dabeşkirina dahatan serdana îro 8ê Hezîranê Silêmaniyê dike.
Komîsyona Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku biryara hatiye dayîn li ser pirsgirêka mûçeyan a li Silêmaniyê, Helebce û Germiyanê û çawaniya dahatên Silêmaniyê lêkolîn bê kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê şanda parlamentoyê hejmarek civînan li Silêmaniyê pêk bîne û lêpirsînên bo bankayên dahatên wan kêm bûne bişopîne.
Hat diyarkirin ku piştî bidawîbûna lêpirsînan wê encamên wê ji Lijneya Darayî re were pêşkeşkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin