Umit Ozdag: Tifaqa ATA hilwesiya!

Umit Ozdag: Tifaqa ATA hilwesiya!

PeyamaKurd Partiya Zaferê ku yek ji pêkhateyên Tifaqa ATA ye, li pişt Sînan Ogan ku di tûra yekem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de ji sedî 5.17 dengan bidest xist, wê sibê di tûra duyem de eşkere bike ku wê piştgiriya kîjan namzedî bikin. Serokê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag jî diyar kir, ew ê sibe biryarên xwe bi raya giştî re parve bikin.

Li bendê bû ku Ogan îro saet di 17:00 de biryara xwe ya şexsî eşkere bike, nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî ku bi nêzîkbûna xwe ya ji hikûmetê re tê naskirin îdia kir ku "Ogan wê di tûra duyemîn de piştgiriya xwe ji Serokomar Tayyîp Erdogan re eşkere bike." .

Umit Ozdağ got, “Ez nikarim li ser vê gotarê şîrove bikim. Lêbelê Sînan Bey wê îro daxuyaniyekê bide. Em ê sibê saet di 11.00an de li Navenda Giştî ya Partiya Zaferê daxuyaniya xwe bidin. Di daxuyaniya xwe de em ê ji raya giştî re ragihînin ku em piştgiriyê didin kîjan namzedî. Ji ber ku raya giştî jî dizane, Tifaqa ATA hilweşiya.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin