PeyamaKurd- Ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi rêya daxuyaniyekê bang welatiyên Îranê hat kirin ku neçin Ukraynayê. Di daxuyaniya hat dayîn de sedemê bangê jî wisa hat eşkerekirin ku şerê li Ukraynayê zêdetir dibe.
Daxuyaniya ku xelk pê hat hişyarkirin, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve bi awayekî nivîskî hat ragihandin. Di daxuyaniya wezaretê bal hat kişandin ku şer û pevçûnên li Ukraynayê zêde dibin û li ser vê jî pêşniyaz hat kirin ku welatiyên Îranê ber bi Ukraynayê ve rêwîtiyan nekin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku
“Ji ber li Ukraynayê pevçûnên leşkerî digihîjin asta herî jor û ji ber vê jî hawira bêewlebûnê derdikeve holê. Em bang li xelkê xwe yê Îranê dikin ku yên li Ukraynayê dijîn bila vegerin û yên din jî bila xwe ji rêwîtiya Ukraynayê dûr bixin û neçin.”
Di rojên dawî de ji ber ku êrîşên Rusyayê yên li dijî Ukraynayê zêde dibin, di çapemeniya raya giştî ya cîhanê de hat îdiakirin ku êrîşên dawî bi balafirên bêmirov ên Îranê tên kirin û di dewama îdiayan de jî tê gotin ku Îran dê moşekên balîtsîk bişîne Rusyayê da ku di şerê Ukraynayê de bên bikaranîn.
Îranê jî li ser van îdiayan daxuyanî dabû ku ew di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de bêalî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin