PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê AFADê ve hat ragihandin, îro saet di 12:04an de li navçeya Yeşîlyurtê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê, erdhejek çêbû. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, erdhej heta gundên derdorê jî hatiye hîskirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) ve hat ragihandin de li Yeşîlyurta Mletiyê, bi pileya 5.6an erdhejeke nû çêbû.
Li ser heman erdhejê, ji aliyê Resetxaneya Kandîlliyê ve jî daxuyanî hat dayîn û pileya erdhejê wekî 5.5 hat destnîşankirin.
Piştî erdhejên ku di 6ê Sibata 2023yan de li Mereşê çêbûn û bûn sedema wêraniya 11 bajarên bakur û rojava her wiha bajarên Tirkiye û Suriyeyê, bi hezaran erdhejên paşlerze û bi dehan jî erdhejên bi vî rengî berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin