Erdhejek bi hêz li Meletiyê çêbû!

Erdhejek bi hêz li Meletiyê çêbû!

PeyamaKurd - Erdhejek bi hêz li Meletiyê çêbû.

Li gorî Navenda Navneteweyî ya Erdhejan, erdhejek bi şîdeta 5.5 pileyî ku navenda wê li Meletiyê bû, saet di 09:00 de çêbû.

Rasatxaneya Kandilli ragihand ku erdhej li taxa Gulumuşagı ya navçeya Battalgazi ya Meletiyê, bi kûrahiya 4.4 km û bi şîdeta 5.6 pileyî çêbû.

AFAD (Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarte) diyar kir ku şîdeta erdhejê 5.6 pileyî bû û di kûrahiya 7 km de çêbû.