Senator McCaul: Ji bo danîna Patriotan cihê herî ewle û bas Herêma Kurdistanê ye

Senator McCaul: Ji bo danîna Patriotan cihê herî ewle û bas Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Pentagonê yên li ser bicihkirina sîstemên Patriot li baregehên Amerîka yên Iraqê, Cîgirê Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê Michael McCaul jî da xuyakirin ku heger Amerîka sîstema berevaniya ezmanî Patriotan li Iraqê bicih bike, cihê herî bi ewle û baş Herêma Kurdistanê ye.

Senatorê Amerîkî û Cîgirê Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê Michael McCaul li ser îhtimala bicihkirina sîstema berevaniya ezmanî Patriotan li Iraqê got ku pêwîst e destpêkê Iraq daxwazê ji Amerîka bike wê sîstemê li Iraqê bicih bikin.

Michael McCaul ji K24ê re da xuyakirin: “Niha guftûgo berdewam in, pêwîste di vê rewşê de Iraq bi fermî ji bo danîna sîstema Patriotan daxwazê ji Amerîka bike. Piştî êrîşên li ser binkeya serbazî ya Amerîka li Iraqê, pêwîst e ew sîstem li wê navçeyê bê danîn, bo parastina Iraq û serbazên Amerîkî jî.”

Senatorê Amerîkî got: “Di rastiyê de, Kurdistan ewletirîn navçe li tevahiya Iraqê ye û me gelek caran behsa wê xalê kiriye, ku baştir e sîstema Patriot li Kurdistanê bê danîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin