PeyamaKurd- Hema bêje her roj li Iraqê cebilxaneyek dişewite. Ji ber ku germahî bi ser 50 pîleyî dikeve, agir bi cebilxaneyan dikeve. Vê carê jî li Bexda û Hawîcê di du cebîlxaneyan de agir derket.
Berdevkê Wezîrê Karên Hundir yê Iraqê Saad Maan di derbarê bûyeran de daxuyaniyek da û got ku ji ber ku pîleya germahiyê bi ser 50î ket, di depoyeke çek û sîlehan ya li Bexdayê de agir derket. Ji ber ku agir nehate tefandin, depo bi tevahî şewitî.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de kesek nemiriye.
Ji xeynî vê jî, li Hawîcê li gundê Gircanê, di depoya çekan ya gundiyekî bi navê Çeto Ahmed de jî agir derketiye û teqîn çêbûne. Li gorî agahiyan gundiyê bi navê Çeto Ahmed qaçaxçîtiya çek û sîlehan dikir. Di vî agirî de trempêlek şewitiye lê ti kesî zerar nedîtiye.
Berî niha li Kurdistanê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, û Duhokê hinek cebilxane şewitîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin