PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ji bo ku pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPWC) li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilat lêkolîneke zelal û adil bikin, ew ê pêşnuma pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bikin.
Lavrov piştî hevdîtina xwe ya ligel hemtayê xwe yê ji Koreya Bakur Lee Yong Ho bersiv da pirsên rojnamegeran.
Lavrov ragihand ji bo ku pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî li navçeya Dûmayê der heqê êrîşa çeka kîmyayî de lêkolînê bikin, ew ê pêşnumayekê pêşkêş bikin û wiha dewam kir, "Rêxistin divê berpirsiyariyên xwe bîne cih, lêkolînên xwe li cihê wê bike, di laboratuvarên guncan de li ser nimûneyên pêwîst lêkolînê bike û ewlekariya wan bi cih bîne."
Lavrov bal kişand ji bo ku li ser mijarê lêkolîn û xebateke zelal û adil were kirin, ew ê pêşnumayê pêşkêş bikin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin