PeyamaKurd – Senatorê yê xwedî bandor ê Amerîkî Lindsey Graham got ku divê Amerîka jibîr neke ku Kurd di şerê dijî DAIŞê de hevpeymanên herî baş bûn û bibîr xist ku Washington dixwaze têkiliyên xwe yên ligel Tirkiyê jî asayî bike.
Lindsey Graham ji K24ê re daye xuyakirin û gotiye, “Hêvîdarim em û Tirkiye rêyekê bibînin, ta ku pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin Tirkiye balafirên F-35 li şûna S-400ên Rûsî hilbijêre û nabe Tirkiye wê pirsê aloztir bike.”
Graham got, “Em dixwazin pêwendiyeke me ya baş bi Tirkiyê re hebe. Derbarê herêma ewle de jî li Sûriyê, nabe nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê, bi rêya leşkerî bêne çareserkirin.”
Lindsey Graham ji bo avakirina herêma ewle û piştgiriya Kurdan jî diyar kir, “Baştirîn rê ji bo herêma ewle ew e, hêzeke navdewletî di navbera HSD û Tirkiyê de bicih bibe û nabe ji bîra me biçe ku Kurd baştirîn hevpeymanê me yên şerê li dijî DAIŞê bûn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin