Wê Amerîka B61 û 12an monteyê balafitrên F-35an bike

Wê Amerîka B61 û 12an monteyê balafitrên F-35an bike

PeyamaKurd – Amerîkayê ragihand ku êdî wê balafirên şer yên F-35an karibin fuzeyên nuklerî hilgirin. Versiyonên F-16an yên pêşkeftî ji neslên 4 û 4+ pêk tên. Viper F-16 bi sedema radara xwe, di kategoriya 4+ dê tê qebûlkirin. Radarên Viper û F-35an yeke lê yên F-35an ji ber şiyanên nayên dîtin û şiyanên sensurên wan hene, dikevin nav nesla 5an. F-35 bi taybetî dikare ber li êrîşên ku ji deryayê tên, bigre.

Russia Today (RT) ya Rûsyayê biryara Amerîkayê ya di derbarê F-35an de ji bo dinyayê ragihand ku wê F-35 karibin fuzeyên nuklerî yên B61-12an hilgire. Ev jî di dinyayê de gelek bi heyret hat bihîstin û herkes şaş ma.

Tirkiye di hilberîna F-35an de berê hevparê Amerîkayê bû lê ji ber Tirkiye ji Rûsyayê S-400an kirî navbera wan nexweş bû û Tirkiyê ji hempariyê derxsitin û heya niha perê Tirkiyê nedanê. Niha car din li ser hilberîna hempar her dû dewlet dixwazin li hev werin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin