Jennifer Lawrence dest ji karê sînemayê berdide û dest bi siyasetê dike

Jennifer Lawrence dest ji karê sînemayê berdide û dest bi siyasetê dike

Aktrîsta navdar a amerîkî û xwedana xaleta Oscarê Jennifer Lawrence ragihand, ku ji bo dema xwe zêdetir bide siyasetê dê çend salan dest ji karê sînemayê berde.

Jennifer Lawrence ji malpera Entartainment Weekly re axivî û da xuyakirin, ku ew naxwaze di salên 2018 û 2019ê de di ti fîlmekê de rol bilîze.

Stêrka sînemayê ya 27 salî li ser vê yekê jî got, ku ew zêdetir dixwaze giraniyê bide siyaset û karên siyasî.

Lawrence di hevpeyvîna xwe de destnîşan kir, ku ew weke nûnerê saziyeke bi nave “Represent.Us” e û ev rêxistin li dijî gendeliyê kar dike.

Sînemakara amerîkî diyar kir, ku ew dê hewl bide ciwan zêdetir tevlî siyasetê bibin û got: “Ji bo vê yekê pêwîst nake mirov partisan be. Ezê jî tenê alîkarê wê yekê bim, ku yasayên li dijî gendeliyê derbikevin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin