Ji NYê, bang li HSD û Tirkiyeyê hat kirin: Ragesiyê bi dawî bînin

Ji NYê, bang li HSD û Tirkiyeyê hat kirin: Ragesiyê bi dawî bînin

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Suriyeyê Geir Pedersen bang li Tirkiye û Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) kir ku di zûtirîn dem de rageşiyê bi dawî bikin.

Pedersen di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de amaje bi wê yekê kir ku di mehên dawî de nakokiyên di navbera Tirkiye û komên muxalif ên ku piştgiriya wê dike û HSDê de gav bi gav zêde bûne û wiha got ku tundî li nav axa Tirkiyeyê jî belav bûye.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî, li ser bandorên îhtîmala lêdana li qadên din ên operasyonên leşkerî yên mezin ên ji aliyê aktorekî ve hişyarî da Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û wiha dewam got:

"Ez hest dikim ku em di veqetîna rê de ne. Fikira pêkanîna operasyoneke leşkerî ya mezin, piştî 3 salên aram, min aciz dike. Fikarên min li ser wê yekê hene ku ev dê ji bo sivîlên Suriye û ewlekariya herêmê bi berfirehî were çi wateyê. 

Îhtîmala zêdebûna aloziyan, ji ber ku niha tu hewldaneke cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi rêyên siyasî ntuneye, min xemgîn dike. Pêwîstiya Suriyeyê zêdetir li ser pêvajoya siyasî heye, ne ku zêdetir li ser operasyonên leşkerî.”

Geir Pedersen her wiha bang li hemû aktorên Suriyey kir ku bihêz bin, ji bo aramiyê hewl bidin, ji bo agirbestekê li seranserê welêt gavan bihavêjin û di çarçoveya yasayên mirovî yên navneteweyî de di şerê li dijî terorê de nêzîk bibin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin