PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Şaredarê Nashville ya Amerîkayê John Cooper doh 9ê Îlonê rêkeftina destexwişkê bi fermî îmze kirin û herdu bajar bûn destexwişkên hev.
Di merasîma ku bi amadebûna kesayetiyên siyasî û dîasporaya Kurdî li şaredariya Nashvilleyê hate lidarxistin de,, rêkeftina destexwişkiya Hewlêr û Nashville ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Şaredarê Nashville John Cooper ve hat îmzekirin.
Bajarê Nashville wek Kurdistana biçûk a li Amerîkayê tê naskirin. Parêzgarê Hewlêr Omêd Xoşnaw û şanda ligel wî 5ê Îlonê ji bo rêkeftina destexwişkiya herdu bajaran gihîştibû Nashvilleyê.
Parêzgariya Hewlêrê ragihandibû ku armanca serdanê, pêşxistina pêwendiyan û îmzekirina peymana destexwişkiyê ya di navbera Hewlêr û Nashville de û pêkanîna hejmarek hevdîtanan ligel berpirsên payebilind ên Amerîkayê ye.
Qaymeqamê Qezaya Navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd da xuyakirin, îmzekirina vê rêkeftinê rojeke dîrokî ye, ku encama xebata zêdetir ji neh salan e. Ev peyman dê têkiliyên çandî, aborî, perwerdehî û tenduristiyê yên di navbera her du aliyan de pêşve bibe.
Şaredarê Nashville John Cooper jî da zanîn, “Cihê kêfxweşiyê ye ku Kurd zêdetirî 50 sal in li vir in, ji ber wê jî em îro bi şanazî vê peymana destexwişktiyê radigihînin. Ev hevahengiya di navbera me de, dê bi rêya perwerde, çand û gelek tiştên din bibe pêşketina herdu bajaran.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin