Çîn: Em bo alîkariya Îranê amade ne

Çîn: Em bo alîkariya Îranê amade ne

PeyamaKurd- Serokê dewleta Çînê Şi Cinping bo Îranê got ew amade ne bo têkoşîna li dijî koronavîrusa li Îranê belav bûye, alîkariya Îranê bikin. Li gor ragihandina ajansa Şinhua yê; serokê dewleta Çînê Şi, bo serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî peyam şandiye û di peyama xwe de gotiye ku ew bo miriyên bi sedema koronavîrusê koç kirine, bo Îranê sersaxiyê daxwazin.

Şi, bo Îranê ragihand ku di pêvajoya kontrolkirina bo koronavîrusê alîkariya Îranê û xelkê Îranê qet ji bîr nakin û ew xwediyê têkiliyên stratejîk yên hevparin. Şi got ku ew weka dewlet amade ne bo berlêgirtina koronavîrusa ku li Îranê belav dibe, alîkariya Îranê bikin. Hetta di vê çarçoveyê de Çînê bo Îranê, alavên tibbî û tîmên pispor yên tenduristiyê şandine.

Li Îranê heya niha kesên ku gumana koronavîrusê ji wan hatiye kirin li dora 12 hezar û 729 kesin û yên ku mirine jimara wan 611 ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin