Zelenskiy: Mehên pêsiya me, dê gelek dijwar bin!

Zelenskiy: Mehên pêsiya me, dê gelek dijwar bin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di beşdariya Civîna Civaka Siyasî ya Ewropayê ya Sêyemîn a li Granadaya paytexta Spanyayê hat lidarxistin bû û li ser şerê li welatê xwe daxuyaniyeke girîng da.

Volodimir Zelenskiy, beriya civîna li Granadayê, daxuyaniyeke kurt da rojnamevanan û got ku

"Zivistaneke gelek dijwar li benda me ye. Di zivistanê de em ê rastî gelek êrîşên Rusyayê bên. Rusya dê ji bo Ewropayê bibe xetereya parzemînê. Ji ber vê yekê, bi qasî ku gengaz be, pergalên me yên parastina asîmanî hene û hewcedariya me bi moşekan heye."

Zelenskiy, li per pirseke di derbarê geşedanên di siyaseta navxweyî de jî got ku

"Di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden de got ku ew ji % 100 piştgiriya me dikin. Herdu aliyên kongreya Amerîkayê piştgiriya me dikin. Lê ez dizanim ku heyamên hilbijartinê her tim tevlihev in."

Civîna Civaka Siyasî ya Ewropayê, bi beşdariya nûnerên payebilind ên 17 welatên Yekîtiya Ewropayê tê lidarxistin û rojek berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin