Fûad Huseyn: “Kêseya Iraqê ew e ku baweriya xelkê bi hilbijartinê nemaye.”

Fûad Huseyn: “Kêseya Iraqê ew e ku baweriya xelkê bi hilbijartinê nemaye.”

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyn ragihgand ku wan ji Awrûpayan daxwaz kiriye ku destekê bidin rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê û Bexdayê û tekane rêya şareseriya pirsgirêkan diyaloga navbera her dû payîtextane.

Fûad Huseyin li Parîsê bo Rûdawê behsa hevdîtina xwe bi sekreterê giştî yê NATO yê re, bi berpirsên pêwendiyên derve yên Yekîtiya Awrûpayê re, bi Parlementoya Awrûpayê û bi wezîrê karên derve yê Belçîkayê re kir. Fûad Huseyn got ku bi sekreterê giştî yê NATO yê re li ser dahatûya hevkariya navbera NATO û Iraqê û rola NATO yê li Iraqê axifîne.

Pêwendiyên navbera Iraqê û Yekîtiya Awrûpayê bi kûrahî li serê axifîne û Fûad Huseyn weha got:

“Me daxwaz ji Yekîtiya Ewrûpa û Parlamentoya Ewrûpa kir ku ew di amadekirina proseya hilbijartin de rol bileyîzin. Kêşeya Iraqê ew e ku baweriya xelkê bi hilbijartinê nemaye. Bi taybetî hilbijartina dawî kêşeyek dirust kir. Xelk dixwaze ew bawerî car din peyda bibe. Ji bo vê yekê jî divê hilbijartin zelal be. Ev pêvajo ji bo Iraqê gelek girîng e. Me ji Awrûpayê xwest ku destekê bidin hilbijartinê û beşdarê pêvajoya hilbijartinê bibin.”

Fûad Huseyn di mijara têkiliyên navbera Bexda û Iraqê de weha ragihand:

“ Di hemû kombûnan de behsa peywendiyên di navbera pêkhateyên Iraqê de hat kirin. Min behsa wê kir ku ew şerê berê di navbera Şîe û Sunneyan de hebû, niha pirsgirêka siyasî heye lê bi giştî kêşe nîne û herwiha ew pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebûn hemû bi rêya diyalogê çareser dibin. Me behsa rewşa heyî kir. Divê Awrûpa alîkariya vê pêvajoyê bike.”

Fûad Huseyin di derbarê hevdîtina li gel wezîrê karên derve yê Fransayê de got ku wan behsa peywendiyên dualî, rewşa siyasî û ewlekariyê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin