Heyeta Amerîka ji bo Fûad Huseyn: Wê hêzên me li Iraqê bimînin

Heyeta Amerîka ji bo Fûad Huseyn: Wê hêzên me li Iraqê bimînin

PeyamaKurd – Heyeta Amerîkayê li Bahreynê bi wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyn re hevdîtin kir, di hevdîtinê de got ku wê desteka wan ya ji bo Iraqê dewam bike û leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê wê destekê bidin artêşa Iraqê da li dijî DEAŞê têbikoşe.

Di hevdîtina bi Dr.Fûad Huseynê wezîrê karên derve yê Iraqê de; berdevkê Pentagonê David Herndon, cîgirê wezareta bergiriyê Colin Kahl, koordînatorê Koşka Sipî yê Rojhilata Navîn Brett McGurk û cîgira wezarî karên derve ya Amerîkayê Barbara Leaf hebûn ku di Forma Diyaloga Manama de lihev civiyan.

Herndon, ragihand ku heyeta Amerîka radigihîne ku bi hevkarî bi Iraqê re wek stratejîk tevdigere, soza xwe dubare dike ku wê destekê bide hêzên asayîşa Iraqê heya DEAŞ ê ji nav bibe. Rêvebirên Amerîkayê endîşeyên xwe yên di ewlehiya Iraqê gotine û hêvî kirine ku hukumeta nû ya Iraqê îstîqrara aboriyê ya di rojevê de pêkbîne, ji bo xwe bi herêmê re entegre bike gavên serkeftî bavêje.

2.500 xebatkarên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene ku ji hêzên asayîşê re şêwirmendiyê dikin û perwerda hêzên asayîşê û Pêşmerga dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin