PeyamaKurd - Li navçeya Pulur a bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, mînek bi zarokan de teqiya.
Li gor zanyariyan ji du zarokên mîn bi wan de teqîyaye, zaroka kurik jiyana xwe ji dest daye û ya keçik jî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneya dewletê ya Dersîmê.
Hat zanîn ku dema zarok li zozanên gundê Bilgeç ê ser bi qezaya Pulurê bûn, mîn bi wan de teqiyaye.
Hêzên ewlekariyê piştî teqînê li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin