Serok Barzanî heyeta ji alimên dînî pêk dihat qebûl kir

Serok Barzanî heyeta ji alimên dînî pêk dihat qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî heyetekî alimên dînî yên ku di bin serpereştiya Şêx Ahmed Abdurrazaq el-Saadî de bû, li herêma Kurdistanê  li bajarê Selahaddînê qebûl kir.

Heyet, bi sedema bi sed hezarî kesên penaber li Herêma Kurdistanê niştecî kirine, ji serok Barzanî re sipasiyê kir. Heyet, her weha xebatên serok Barzanî yên ji bo îstîqrarê bilind nirxand.

Heyet û serok Barzanî li ser tehdîdên dahatû û zahmetiyên heyî dan û sitendinan kirin û ji bo karibin krîzan çareser bikin bûn hemfikir ku têkiliyên xwe bi koordinasyon dewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin