Erdogan: Hamas, rêxistineke rizgarîxwaz e

Erdogan: Hamas, rêxistineke rizgarîxwaz e

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayîp Erdogan, di civîna Koma Ak Partiyê de axivî û bal kişand şerê navbera Îsraîl û Hamasê. Erdogan got ku Hamas ne rêxistineke terorî ye lê Îsraîl wekî rêxistineke terorî tevdigere.

Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku 19 roj in li Xezayê berdewam e û got ku

“Hemû welatên Rojavayî civiyan û wan Hemas wekî rêxistineke terorî pênase kir. Hemas ne rêxistineke terorî ye, rêxistineke rizgarîxwaz a welatê xwe ye.

 Amerîka yan welatên din kî alîkariya Îsraîlê dike bila bike, Îsraîl bi vî aqilî nikare here cihekî. Amerîka li cem te be, yan kesên din li cem te be, ferq nake.

Min li Davosê ji Serokwezîrê berê yê Îsraîlê re got, ‘Hûn baş dizanin zarokan bikujin.’ Min di jiyana xwe carekê tenê destê Netanyahu girt. Ew jî li Mala Tirkan a New Yorkê lê neyeta me ya baş berovajî kir.

Plana me ya çûna Îsraîlê betal bû û em êdî naçin Îsraîlê. Me wekî Tirkan li ser rûyê erdê tu carî nîjadperestî nekiriye û em nakin jî. Em di dîrokê de li Cihûyan jî xwedî derketine.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin